Li gorî encamên hilbijartinên Iraqê Sûdanî yekemîn e

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encamên destpêkê yên hilbijartinên meclisê eşkere kir. Li gorî encaman, Hevpeymaniya Nûavakirin û Pêşketinê ya di bin serokatiya Serokwezîr Sûdanî de ket hilbijartinê, dengê herî zêde girt û bû yekemîn.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encamên yekem ên nefermî yên hilbijartinên meclisê yên duh pêk hat di civîna çapemeniyê de eşkere kir. Daxuyanî ji aliyê Dadwer Omer Ehmed Mihemed, Serokê Lijneya KBH û endamên komîsyonê ve hat dayîn.

Li gorî encamên nefermî, Hevpeymaniya Nûavakirin û Pêşketinê ya di bin serokatiya Serokwezîr Mihemed Şîa El-Sudanî kete hilbijartinê dengê herî zêde girt û bû yekemîn. Partiya Teqedûm a serokê meclisê yê berê Mihemed Halbûsî li Bexdayê bû duyemîn û Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya serokwezîrê berê Nûrî El-Malikî bû sêyemîn. Sudanî li Necef û Kerbelayê bû yekemîn.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê piraniya dengan bi dest xist û bû yekemîn. Her wiha PDK li Hewler û Duhokê jî piraniya dengan bi dest xist û bû yekemîn.

YNK LI SILÊMANIYÊ Û KERKÛKÊ BÛ YEKEMÎN

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê bû yekemîn û li Hewlêrê bû duyemîn. YNK li Kerkûkê  bi 178,629 dengan çar kursî û PDK jî bi 59,294 dengan kursiyek bi dest xist.
Li Kerkukê, Teqedûm 3, Eniya Tirkmenên Iraqê ya Yekgirtî 2, Koalîsyona Ereb 1 û Koalîsyona Azim jî 1 kursî bi dest xistin.

TEVGERA GUHERTINÊ 5 PARLAMENTER DERXIST

Partiya Elî Heme Salih ku ji Tevgera Guhertinê (Goran) veqetiya, Tevgera Helwest damezrand û cara yekem beşdarî hilbijartinan bû, li Silêmaniyê sê kursî û li Hewlêrê du kursî bi dest xist. Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) du li Silêmaniyê û du li Duhokê bi tevahî 4 kursî bi dest xist.
Tevgera Nifşê Nû ya ku di hilbijartinên berê de 9 kursî bi dest xistibû, di vê hilbijartinê de tenê 3 kursî bi dest xist û bû pêncemîn.

BAJARÊN DIN

Hevpeymaniya Tesmîmê ya Walî Esad Îdanî li Basrayê dengê herî zêde wergirt û bû yekemîn, lîsteya Sadikûn bû duyemîn, hevpeymaniya Sûdanî bû sêyemîn û hevpeymaniya Malikî jî bû çaremîn.
Partiya Mihemed Helbûsî li Enbar û Selahedînê bû yekemîn.
Tevgera Bedir a di bin serokatiya serokên milîsên Şîe Hadî Amirî li Diyalayê bû yekemîn û Partiya Halbûsî bû duyemîn û Tifaqa Siyade ya di bin serokatiya Xemîs Hancer bû sêyemîn.

NAMZEDÊN KOTAYÊ

Namzedên kotaya serdema şeşemîn a Parlamentoya Iraqê wiha ye:

– Kotaya Êzidiyan: Xalid Seydo 9686 deng

– Kotaya Feylî: Heyder Elî 17,174 deng

– Kotaya Xiristiyan: Samî Ûşana 22,836 deng

– Kotaya Xiristiyan: Esir Îbrahîm 22,056 deng

– Kotaya Xiristiyan: Kildo Remzî 18,472 deng

– Kotaya Xiristiyan: Îmad Yoxena 17,602 deng

– Kotaya Xiristiyan: Hibe Cercîs 13,581 deng

– Kotaya Şebek: Weed Qedo 10,499 deng

– Kotaya Sabîay Mendaî: Basim Zuheyrî 5395 deng

Encamên li gorî parêzgehan wiha ye:

- Li Bexdayê rêjeya tevlîbûnê ji sedî 48.76 e

- Ji sedî 99.2’ê dengan hatin hilbijartin

- Hejmara giştî ya dengdêran: 4,359,490 dengdêr

-Hejmara dengdêrên deng dane: 2,125,800 

KURSIYÊN KU PARTIYAN BI DEST XISTINE

PDK: 26 kursî

YNK: 17 kursî

Tevgera Helwest: 5 kursî

Partiya Yekgirtuya Îslamî: 4 kursî

Nifşa Nû: 3

Komel: 1